Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabinAkin: Emrê wan tenê rojek ma 2023-05-13 16:40:12 AMED - Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di mitînga Amedê de got: “Heta ku Ocalan azad nebe, gelê kurd jî û gelê tirk jî azad nabe” Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî ji bo îktidara AKP’ê got: “Emrê wan tenê rojek ma.”    Partiya Çepên Kesk yek ji mitîngên mezin a fînalê li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar xist. Mitîng bi beşdariya sedhezaran kes pêk hat.    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivîn.    AYDENÎZ: ME ÇONG DANENΠ   Aydenîz wiha axivî:    “Dema Amed tê gotin, çar parçeyên Kurdistanê tê bîra mirov. Dema mirov dibêje Amed berxwedan û serhildan tê bîra mirov. Bila her kes li vê qadê binêre û tirsa wan zêde bibe. Îktidar bi polîtîkayên sedsalî dijminatiya gelê kurd dike. Lê gelê kurd û amedî wê tirsa we zêdetir bikin. Peyamên îro li Amedê tên dayîn divê hemû îktidar bibînin. Ev îktidar bi hemû dijminên kurdan re li hev kir û tifaqa ava kir. Lê gelê kurd qet li ber dijmin û tifaqên kurdan serî netewand û çong danenî.    EM Ê QEYÛMÊN WAN LI WAN BIZIVIRÎNIN    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje, ‘em ji gelê kurd, sekna wan û hevşaredarên wan aciz in’. Ey Erdogan dengê me bibihîze, te qeyûm şand ser çend hevşaredarên me lê em ê jî bi milyonan bersiva qeyûmên te bidin. Viya baş bizanibe.    BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ    Hevalên me girtî ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin. Ji ber vê em jî dibêjin, em ê qeyûmên te hemûyan li te bizivirînin û wê Selçûk Mizrakli were û li ser wî qoltîxî rûnê. Ev îktidar li ser dijminatiyê polîtîkayên xwe didomîne. Heke bixwestina ku pirsgirêka kurd çareser bikirina wê ewqas tecrîdê dijwar nekirina. Îro ji ber şerê qirêj krîzek mezin diqewime. Krîzên aborî û siyasî hene. Sedemê herî mezin ê vê yekê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Çimkî demokrasî û wekheviyê naxwazin. Tecîd sûcê dijî mirovahiyê ye.    Em ji yên li Kurdistanê dengan dixwazin dipirsin; hûn ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan çi dibêjin û çi dikin? Nêzîkatiya li ser Îmraliyê nêzîkatiya li hemberî demokrasiyê û azadiyê ye. Heta ku Ocalan azad nebe wê ne gelê kurd û ne jî gelê tirk azad bibe. Divê birêz Ocalan azad bibe.”   AKIN: EMRÊ WAN TENÊ ROJEK MA    Piştî Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî û wiha got:    Silav bajarê aştî û biratiyê Amed. Di Amedê re demokrasî û azad derbas dibe. Komara Demokratîk di vir de derbas dibe. Gelek hindik ma. Hilbijartina herî girîng a Tirkiyeyê dê bê kirin. Rojek ma. Rojek şûnve em wan dişînin. Me çawa Dehaqan t^ke bir, em ê vê rejîma qesrê jî têk bibin û bişînin. Emrê wan tenê rojek ma.    Hûn di demek pir kin de xwedî li Çepên Kesk derketin. Çimkî ew dara ku kokê wê ji dîroka me tê. Hemû kedkar dibin dara me de dicivin. Dara me bûye tirsa nava dilê Qesrê. Rejîma Qesrê jî qebûl dike ku têk çûye. Ji bo qewirandina wan hindik ma. Em ê sibê wan sindoqan de têk bibin. Rojek me ma. Gelek karên me hene. Heke ku em dixwazin roja 15’ê Gulanê govenda azadiyê bigerînin, divê em sibê li ser sindoqan wezîfeya xwe pêk bînin. Wê partiya me aştî û azadiyê bîne parlamentoyê.”