Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê 2023-05-13 17:24:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên hilbijartinê bi karwanên wesayîtan ku li bajaran li dar xist, bi dawî kir.    Partiya Çepên Kesk, îro xebatên xwe yên hilbijartinê bi karwanên wesayîtan ku li bajaran li dar xist, bi dawî kir.    RIHA   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Rihayê, li navçeya Sêregê tûra fînalê li dar xist. Welatiyan namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajêr li têketina navçeyê pêşwazî kirin û bi hev re tûra fînalê li dar xistin. Tûra fînalê li Kolana Selîm Pinarê dest pê kir, li Kolana Yilmaz Guney, Xaçerêya Înonuyê, Kolana Hurriyetê, Kolana Sêwregê, Toplû Yol, Kolana Bazara Înê û Kolana Seyfîoglûyê dewam kir û li ber avahiya pariyê ya li Taxa Pinar Selîmê bi dawî bû.    DERSIM   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Dersimê, beriya hilbijartinê li navenda bajêr bi wesayîtan geriya. Welatiyên ku tevlî karwanê bûn, li Taxa Ataturkê kom bûn. Wesayît bi alayên Partiya Çepên Kesk hatin xemilandin. Piştî ku Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû hat qadê, karwana ku ji sedan wesayîtî pêkhatî hereket kir. Tûra fînalê li Taxa Ataturkê dest pê kir û bi dorê li Taxa Cumhûriyet, Taxa Gazik, Taxa Esentepe, Taxa Yeniyê, Harçîk TOKÎ û Taxa Mogoltayê dewam kir.    MÛŞ   Li Mûşê jî Partiya Çepên Kesk û Meclisa Ciwanan a HDP'ê li navend abajêr stand danîn û li vir buroşur û nimûneyên puslûeyan dan welatiyan. Ciwnan di dema xebatê de gotin ku ew ê li bajêr bikin 3-0 û li vî bajarî AKP'ê biqedînin.