Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin 2023-05-14 10:21:59 ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin dengê xwe da û wiha got: “Em ê di 15’ê gulanê de bi hev re serkeftina demokrasiyê pîroz bikin.”  Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li sindoqa hejmar 1182 ya li Dibistana Amadehî ya Suphî Koyuncuoglû ya Taxa Erzene ya navçeya Bornova ya Îzmîrê dengê xwe da. Namzetên parlamenteriyê, rêveberên Partiya Çepên Kesk û Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur jî bi Akin re hatin dibistanê.    Akin, dema dengê xwe dayî wiha got: “Em niha hilbijartineke dîrokî li dar dixin. Bila bi wesîleya demokrasî, azadî û aştiyê û bila li ser xêrê be.”    ‘EM Ê SERKEFTINA DEMOKRASIYÊ PÎROZ BIKIN’    Akin, piştî ku dengê xwe dayî ev bang kir: “Banga min ji bo gel ew e ku biçin dengê xwe bidin. Bila hevalên me yên li ser sindoqan peywirdar jî sindoqan biparêzin. Hêvîdarim ev hilbijartin bibe wesîleya demokrasî, edalet û aştiyê. Em ê di 15’ê gulanê de bi hev re serkeftina demokrasiyê pîroz bikin. Bila li ser xêrê be. Her wiha Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz dikim.”    Akin, piştre jî ji bo biçe Navenda Giştî ya Partiya Çepên Kesk ber bi Enqereyê ve kete rê.