Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e 2023-05-14 10:22:51 RIHA - Şaredarê Cenevreyê yê berê Rêmy Pagani ku li Rihayê hilbijartinê dişopîne got: “Daxwaza me hemûyan Tirkiyeyek demokratîk e. Em bawerin mimkûn e.”  Li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dengdana ji bo hilbijartina Serokkomariyê û Parlamenteriyê dest pê kir. Jig elek deverên dinyayê çavdêrên biyanî ji bo hilbijartinê bişopînin hatin bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û dê sindoqên hilbijartinê bişopînin. Yek ji van çavdêran jî ku hatiye Rihayê Serokê Şaredariya Cenevreya Swîsreyê yê berê Rêmy Pagani ye. Pagan idi 11’ê gulanê de hat Rihayê û beriya hilbijartinê li Rihayê serdana rêxistinên sivil, Emîne Şenyaşar û ofîsa Ajansa Mezopotamya ya Rihayê kir.    Pagani ku serdana ajansa me kir axivî û anî ziman ku salên dûr û dirêj in li Tirkiyeyê pirsgirêka demorkasiyê heye û ji bo ew hilbijartinê çaverê bikin hatine Rihayê û got: “Demokrasî ji bo her kesî hewce ye. Ji bo hemû gelan, netewan mafê herî bingehîn e. Ji bo em vê çaverê bikin û bînin ziman em hatin.”   JI BO TIRKIYEYEK DEMOKRATÎK    Pagani diyar kir ku wî berê jî serdana Tirkiyeyê kiriye û wiha axivî: “Berê ez ji bo doza Gultan Kişanak hatibûm Amedê û min piştevaniya wê kiribû. Ez pêvajoya Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînim. Ez ji bajarê Cenevereyê têm û gelek kurd û tirk li wir hene. Em bi wan re hevdîtinan dikin. Daxwaz me hemûyan Tirkiyeyek demokratîk e. Helbet fikara me jî ew e ku Tirkiyeyek demokratîk pêk neyê. Em bi bawerin ku ev mimkûn e. Welatiyên derveyî welat jî bila werin vir û piştevaniya sosyal û aborî bikin. Bila bêtirs viya bikin. Ev hem ji bo Yekitiya Ewropayê û hem jî ji bo dinyayê hewcedariyek e.”    PERWERDEHIYA BI KURDΠ   Pagani bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û wiha got: “Di mijara zimanê zikmakî de min her tim perwerdehiyê parastiye. Wek netewek kêm her tim zimanê min azad bûye û pê axivîm û ez dibêjim ev mafê herî bingehîn e. Ez vê yekê diparêzim ku hemû gelê kurd jî bi mafê xwe yê ziman bijî.”    MA / Omer Akin