Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne 2023-05-14 10:27:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî ku ji 403 kesan pêk tê û bi hevkariya ODIHR, OSCE PA û PACE hatiye Tirkiyeyê, hilbijartinan dişopîne.  Şandeya Çavdêriya Hilbijartinê ya Navneteweyî ya fermî ku ji 403 çavdêran pêk tê, wê li tevahiya Tirkiyeyê hilbijartinê bişopîne. Şandeya ji 175 kesan jî ku ji parlamenter, nûnerên partî û partiyên sîwanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas, akademîsyen, lêkolîner, rojnamevan û aktîvîstên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tê, wê li bajarên kurdan ji bo çavdêriyê li qadê be.   Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Ewropayê Devrîş Çîmen têkildarî mijarê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Çîmen, têkildarî şandeyên çavdêriyê yên serbixwe ev tişt anî ziman: “Piştî atmosfera beriya hilbijartinê, nayê payîn ku li Tirkiyeyê hilbijartineke demokratîk, wekhev û azad pêk were."   Bi domdarî Çîmen anî ziman ku Erdogan bi kontrola li ser dadgerî, medya û hemû saziyên siyasî yên dewletê kampanya hilbijartinê meşand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di asta heyî de her kes dibîne ku desthilatdariya 21 salan veguheriye rejîmeke otorîter. Şandeyên çavdêriyê yên serbixwe û fermî ji aliyê saziyên navneteweyî yên cuda ve hatin şandin."   Di berdewamê de Çîmen destnîşan kir ku ji Fransa, Îtalya, Spanya, Ingilistan, Almanya, Hollanda, Swîsre, Awûstûrya, Norwêc, Danîmarka, Swêd û Fînlandiyayê 175 çavdêrên serbixwe wê li Amed, Çewlig, Mûş, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, Sêrt, Meletî û Stenbolê çavdêriyê bikin.   Çîmen got ku weke Nûnertiya HDP'ê ya Ewropayê ew bi şandeyên çavdêriyê yên hilbijartinê re di nava têkiliyê de ne.