Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe 2023-05-14 10:35:26   WAN - Welatiyê 75 salî Mahmût Ergîn ku ev 8 sal in di nav nivînande ye, bi kursiya biteker hate dibistanê û dengê xwe da. Ergîn got; “Tekane daxwaza min ew e ku ev dîktatorî bi dawî bibe û hemû kes aram bibe.”    Welatiyê bi navê Mahmût Ergîn ê 75 salî ku ev 8 sal in nexweşê nav cihan e û li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijî, di saetên serê sibehê de hate Dibistana Amadehî ya Niyazî Turkmenoglû û dengê xwe da. Ergîn ku li ser kursiya biteker û sondaya bi laşê wî ve hatiye girêdan hate dibistanê, bi alîkariya malbata xwe hate polê û dengê xwe da.    ‘JI BO KU EV ÎŞKENCE BI DAWÎ BIBE MIN DENGÊ XWE DA’   Ergîn, bang li her kesî kir ku dengê xwe bide û wiha got: “Ev 8 sal in ez di nava nivînan de me. Bi îradeya xwe hatim vê derê û min dengê xwe da. Ez dixwazim êdî ev îşkence û xerabiya li me tê kirin bi dawî bibe. Ji bo ku neviyê min ê niha li cem min jî mîna me îşkenceyê nebîne min dengê xwe da. Ez dixwazim ev welêt êdî baş û xweş bibe. Tekane daxwaza min ew e ku ev dîktatorî bi dawî bibe û hemû kes aram bibe. Şikir ji xwedê re ku min bi îradeya xwe dengê xwe da û keyfxweş im. Bila her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.”