Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye 2023-05-14 11:09:02   STENBOL - Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener li Stenbolê dengê xwe da û wiha got: “Miletê me yê ezîz çi biryarê bide, ev biryar li ser ser û çavên me ye. Îşalah dê her tişt baş û xweş bibe.”    Seroka Giştî ya Partiya Îyî’yê Meral Akşener li Dibistana Amadehî ya Haci Sabanci ya li navçeya Beylerbeyî ya Stenbolê dengê xwe da. Piştî dengdayînê jî Akşener wiha got: “Bi hêviya ku ji bo milet û welatê me bibe wesîleya xêrê. Em tevek jî gelek xebitîn, me hewl da derdên xwe vebêjin. Gelek derew û heqaret li me hatin kirin lê niha tu girîngiya wê nîne. Êdî em hatin wê qonaxê ku divê hemû kes rêz û hurmetê nîşanî encamên ji sindoqan derdikevin bide. Biryara ku miletê me yê ezîz dide, ser seran û ser çavan e. Îşalah dê her tişt xweş û baş bibe.”