Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin 2023-05-14 11:21:25   ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener têkildarî bikaranîna dengan ev hişyarî da: “Divê ser navê tu namzetî neyê xêzkirin.”    Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener li Dibistana Sereteayî ya Arjantîn a Enqereyê raya xwe bikar anî. Yener piştî deng da daxuyanî da. Yener têkildarî îdiaya ku tê gotin muşahîdan ser navê Muharrem Înce yê ji namzetiya serokokmariyê vekişiyabû xêz kirine ev hişyarî da: “Me vê îdiayê piştrast nekir ku çiqas rast e. Hişyariya pêwîst ji bo serokên me sindoqan hatine kirin. Duh jî desteya me eşkere kir ku ji niha şûn ve nem mimkûn guhertinek di pusulaya namzetan de bê kirin. 4 namzet cih digirin. Em li vir dîsa banga xwe dikin, divê ser navê tu namzetî neyê xêzkirin.”