Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin 2023-05-14 12:13:17   EDENE - AKP’ê hewl da li Edeneyê kumanyayên bi amblema partiya xwe belav bike lê li ser îtîraza peywirdaran ev hewldan hate astengkirin.    Li Edeneyê 4 hezar û 773 sindoq hatine danîn û milyonek û 612 hezar û 680 hilbijêr dê dengê xwe bidin. Tevî ku dikeve ber qedexeya hilbijartinê jî, AKP’ê hewl da li Edeneyê kumanyayên bi amblema partiya xwe belav bike. Serokatiya Bajar a AKP’ê li Dibistana Seretayî û ya Navîn a Karacaoglan a li navçeya Yuregîr a Edeneyê xwest kumanyayên bi amblemên partiya xwe belav bike. Peywirdar û muşahidên partiyên din li dijî vê hewldanê derketin lê midûrê dibistanê li hemberî vê rewşê xwe bêdeng kir. Li ser îtîrazan, belavkirina kumanyayên bi amblema AKP’ê hatin astengkirin.