Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin 2023-05-14 12:52:49   MÊRDÎN - Xizmên namzetê AKP’î Farûk Kiliç xwestin dengên xwe komî bidin û muşahid an jî xwestin qeyd bikin. Li ser vê yekê êrişî muşahidên Partipya Çepên Kesk kirin.    Li gundê Eşme yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê xizmên namzetê AKP’ê Farûk Kiliç xwestin dengên xwe bi komî bidin. Muşahidên Partiya Çepên Kesk jî xwestin bi telefonê dîmenên vê rewşê bikişînin. Di vê navberê de komeke ji dehan kesan pêk dihat ku xizmên Kiliç bûn, êrişî muşahidên Partiya Çepên Kesk kirin. Di dema êrişê de Havas Gungor û Kemal Erbey birîndar bûn. Her du welatî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.    Bi qewimîna bûyerê re parêzeran mudaxele kir û girtek girtin. Her wiha Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk çûn serdana birîndaran.    BERTEKA LI DIJÎ DAYÎNA DENGÊN BLOK    Li navçeya Artukluyê jî li dijî dayîna dengên blok rageşî derket. Hat zanîn ku li gundê Miqbila Jêr jî hilbijêr bi şer çûn. Polîs û parêzerên li herêmê li cihê bûyerê hatin veguhestin û mudaxele hate kirin. Di dema rageşiyê de kesek bi sivik birîndar bû.    Li gundê Tumuka Jor a girêdayî Qoserê, hinek zilaman xwestin li şûna hevjînên xwe deng bidin. Ji ber vê yekê rageşî derket. Piştî ku mudaxele hate kirin, van kesan êrişî peywirdarên sindoqan kirin. Di encama êrişê de parêzerek hate derbkirin. Li ser vê yekê polîs û nûnerên partiyên siyasî mudaxale kirin û rageşî hate bidawîkirin.