Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide 2023-05-14 13:21:36   AMED - Welatiya bi navê Nefîat Aydemîr a 58 salî ku xwendin û nivîsandina wê tune ye, li Amedê tevî ku serlêdan nekiribû jî hat îdiakirin ku peywirdara sindoqê ye û nehiştin Aydemîr dengê xwe bide.    Li Amedê 40 hilbijêran ji bo di hilbijartinên serokkomarî û yên parlamenteriyê de dengê xwe bidin, çûn ser sindoqan. Lê tevî ku serlêdaneke wan çênebûye û di vê mijarê de tiştek ji wan re nehatiye teblîxkirin jî, hat îdiakirin ku peywirdarên sindoqan e û nehiştin dengê xwe bidin. Yek ji van welatiyan jî Nefîat Aydemîr a 58 salî ye. Xwendin û nivîsandina Aydemîr tune ye û ji bo bibe peywirdara sindoqan tu serlêdan nekirine. Her wiha ji bo wê tu kaxizên peywirê nehatine. Bi vê hincetê jî destûr nehat dayîn ku Aydemîr dengê xwe bide.    Qeyda Aydemîr li sindoqa hejmar 2153 a Dibistana Navîn a Fevzî Çakmak a Taxa Mevlana Halîd a Rezanê qeydkirî ye lê destûr nehat dayîn ku dengê xwe bide.    BÊYÎ AGAHIYA WAN HATINE PEYWIRDARKIRIN   Keça Aydemîr, Buşranûr Aydemî têkildarî mijarê agahî dan û wiha got: “Min dengê xwe da lê dema dayika min dengê xwe dida, jê re hate gotin ku peywirdara sindoqê ye. Li ser vê yekê li nasnameya wê hat nihêrtin û jê re gotin ku dê dengê were betalkirin. Di vê mijarê de me çi serlêdan nekirine û ji me re jî tu teblîgat nehatine şandin. Em ê ji ber vê rewşê gilî bikin.”    Derketibû holê ku tevî serlêdaneke wan çênebûye jî ji kesên bi KHK’ê ji peywira cemaweriyê hatin dûrxistin re “belgeya endamtiya lijneya sindoqê” hatine şandin.