Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn 2023-05-14 14:01:52   AMED - Li Amedê nêzî 200 kesî ji ber wek endamên desteya sindoqan hatin nîşandan rayên xwe nedan.    Li Amedê gelek kes ji ber ku bêyî agahiyan wan wek endamên desteya sindoqan nîşan dane, dengên xwe nedan. Ji hilbijêran re hat ragihandin ku dê dengên xwe bikar neyînin. Hilbijêran da zanîn ku ji ber ku belgeya wan bi koda 112’an nîne dengên xwe nedan.    LI CIHÊ KU WEZÎFEDAR HATINE NÎŞANDAN DIKARIN RAYÊN XWE BIDIN    Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku nêzî 100 kesî ku bêyî agahiya wan kirine endamên desteya sindoqan serî li baroyê daye. Ozdemîr diyar kir ku wan bi Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Bajarê Nû ya Amedê re hevdîtin kirine û ji wan re hatiye gotin ku ev kes li cihê ku wek endamên desteya sindoqan hatine nîşandan dikarin rayên xwe bidin.    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Amedê Riza Polat jî da zanîn ku nêzî 200 kesî serî li wan daye û ji bo ev hilbijêrên navborî rayên xwe dikaribin bidin, serlêdana pêwîst kirine û girtekên meseleyê amade kirine.