Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn 2023-05-14 14:53:52   RIHA - CHP’ê dîmenên dema li navçeya Heranê ji bo Erdogan deng bi komî û bi vekirî tên dayîn parve kir.    Li ser medyaya dijîtal dîmenên hilbijartinê hatin parvekirin. Di dîmenan de bi awayekî vekirî û bi komî ji bo serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan deng tên dayîn. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal heman dîmen parve kir û got ku ev dîmen li navçeya Heran a Rihayê hatiye kişandin.    Salici, di parvekirina xwe de wiha got: “Ev dîmenên li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin, li gundê Mînare yê navçeya Heran a Rihayê hatine kişandin. Ji ewil endamên me yên lijneya sindoqan hatine derbkirin û piştre jî ev dîmen derketine holê. Hevalên me yên parêzer ên peywirdar ber bi gund ve hatine arastekirin û li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraz hatiye kirin. Di vê navberê de me nekarî xwe bigihînin Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Emniyetê. Zatialî di civînê de ne.”