Li navçeyên Stenbolê nelirêtî 2023-05-14 15:00:29     STENBOL - Li navçeyên Stenbolê gelek nelirêtiyên di dema dengdanê de hatin tomarkirin.    Li Tirkiye û Kurdistanê karê dengdanê yê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê didome. Lê heya niha li gelek bajaran gelek nelirêtî rû dane. Yek ji van bajaran jî Stenbol e. Bi taybetî jî herêma 3'yan e.   Li navçeya Tûzlayê ku li herêma yekê ya Stenbolê ye, pusûleyên dengan bi awayekî ku mohr li ser wêneyê Tayyîp Erdogan in hatine sindoqa bi hejmara 1290'î ya Dibistana Yildiz Hasoglûyê. Her wiha li Dibistana Cemîl Merîçê jî hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê li 2 sindoqan deng daye.    Li Taxa Esenkent a Umraniyeyê jî li Dibistana Gokan Soylû ya Findikliyê û Dibistana Esenkentê, bi hinceta navên wan di lîsteyê de tune ye nehiştin peywirdarên Partiya Çepên Kesk têkevin hundir. Li Dibistana Kaptanoglû ya 23 Nîsanê jî hat tespîtkirin ku li ber wêneyê Tayyîp Erdogan hin îşaret hene. Li Dibistana Kaptanoglûyê derket holê ku li ser hin pusûleyan mohr li navê Erdogan hatiye xistin.   Li navçeya Sûltabeyliyê jî li Dibistana Şehît Dûrsûn a Îtoyê, Zanîngeha Marmarayê û Dibistana Melehat Şefîzadeyê polîsan hejmara telefonên peywirdarên sindoqan wergirtin. Heman tişt li Lîseya Anadolû ya Îmam Hatîbê ya li navçeya Çekmecekoyê û Li Dibistana Îsmet Îsmîhan Suzerê jî çêbû.    Hat hînkirin ku li navçeya Adalarê li Dibistana Kinaliadayê jî dêvla mohra YSK'ê, mohra "Belê" li ser zerfan hatiye xistin.    Li Ataşehîr û Uskudarê jî gelek kesan rozetên bi rengê turuncî ku wekî yên AKP'ê ne bi xwe vekirin. Piştî îtirazan wan kesan rozet ji ber xwe kirin. Li Kuçukçekmeceyê li Lîseya Îmam Hatîbê ya Anadolû ya Keçikan a Beşyolê polîsekî bêyî ku belgeya wî ya 142 hebe, deng daye û li Dibistana Mehmet Akîf Ersoyê jî peywirdarê sindoqê li şûna jineke extiyar ku dixwest dengê xwe bide CHP'ê, mohr li AKP'ê xist.    Li navçeya Zeytînbûrnû ku li herêma 2'yan a Stenbolê ye, li Dibistana Abdulha Hamîtê AKP'î û CHP'î bi hev ketin. Piştî ku peywirdarên Partiya Çepên Kesk jî ketin navberê, polîsan mudaxileyî bûyerê kir. Hat diyarkirin ku polîsan bi gaza îsotan mudaxile kiriye.    Li Şîşliyê li Zanîngeha Mîmar Sînanê, polîsek tim li ber sindoqan e.