Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye 2023-05-14 16:11:41   ENQERE - Li Navenda Giştî ya CHP’ê amadekariyên ji bo şopandina encamên hilbijartinê temam bûn. Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû derbasî navenda partiya xwe bû.    Navenda Giştî ya CHP’ê amadekariyên ji bo encamên hilbijartinê temam kir. Li qata 4’an û 1’an ên avahiya CHP’ê navenda koordînasyona hilbijartinê hat avakirin. Li navendê ekîba teknîka jî temam bû. Wê CHP li ser pergala ku ava kiriye, dê kêlî bi kêlî daneyan ango encaman lê bar bike. Li qata 7’an jî yekîneya hiqûqî û ji bo parêzeran hatiye veqetandin. Wê hiqûqzan li vir nelirêtiyan bişopînin. Daneyên ku dê ji her herêmê bên wergirtin, dê di yekîneya çapemeniyê de li ser ekrana mezin were nîşandan.    KILIÇDAROGLÛ LI NAVENDA PARTIYA XWE YE    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû jî ji bo encamên hilbijartinê bişopîne derbasî navenda partiya xwe bû.