AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir 2023-05-14 16:16:01   ÎZMÎR - Têkildarî kumanyayên ku AKP’iyan li Konakê belav kirin û di nav de nîşeyên propagandayê hebûn de girtek hatin girtin.    Endamên AKP’ê li Navenda Çandê ya Selahattîn Akçîçek û Dibistana Seretayî ya Sarikamiş a navçeya Konak a Îzmîrê kumanya belav kirin. Di kumanyayan de nîşeyên ku îmzeya Serokê AKP’a Îzmîrê Bîlal Saygili li ser bûn derketin. Li ser bertekên gel, belavkirina kumanyayan hatin sekinandin û girtek hate girtin.