Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand 2023-05-14 16:46:14   ÊLIH - Li navçeya Hezoyê leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand, têkildarî rewşê girtek hate girtin.    Li Êlihê dengdayîn berdewam dike. Li gund, navçe û navenda bajêr kesên pîr, di rê ve çûnê de zehmetiyê dikişinin xizmên wan ew anîn dibistanê. Li hin dibistanan jî hilbijêrên astengdar bi kursiyên biteker hatin deng dan.    Ciwanên ku cara ewil dengên xwe dan, îşareta serkeftinê kirin. Jinan jî bi tilîliyan deng dan.    Dema berdewamkirina dayîna dengan de li gundê Qeynter ê navçeya Hezoyê HUDA-PAR’iyan li dibistana deng lê dihatin dayîn xwestin dengdayîna hilbijêrekî asteng dar asteng bikin. Li ser hilbijêr bertek nîşanî vê rewşê da leşker hatin cihê bûyerê. Piştî nîqaşa qewimî pusulaya deng a welatiyê astengdar ji aliyê leşkeran ve hate çirandin. Li ser vê yekê di navbera xizmên welatiyê astengdar û leşkeran de nîqaş derket. Nîqaş piştî demekê veguherî êrişa leşkeran. Êrişa li nava dibistanê dest pê kir li baxçeyê dibistanê jî berdewam kir.    Têkildarî bûyerê girtek hate girtin û welatî pişt re dengê xwe da.