AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir 2023-05-14 17:21:34   NAVENDA NÛÇEYAN - AKP’ê li navçeya Navendî ya Rîzeyê ji bo encamên sindoqên nehatine vekirin îtîraz kir.    Dengdayîn bi dawî bû û AKP’ê ji bo encamên sindoqeke li navçeya navendî ya Rîzeyê ku hêj nehatiye vekirin îtîraz kir. AKP’ê saet di 15.00’an de daxwaznameya îtîrazê pêşkeş kir.    AKP’ê îtîraza xwe jî di çarçoveya dema hejmartina pusulayên dengan a di çarçoveya Qanûna Têkildarî Hukmên Bingehîn ên Hilbijartinan û Kutukên Hilbijêran a Hejmar 298 û Giştînameya Hejmar 135 a Têkildarî Avakirina Lijneyên Sindoqan û Peywir û Rayeyan weke hincet nîşan da.    Hêjta karûbarê dengdayînê berdewam dikir ku AKP’ê daxwaznameya îtîrazê pêşkeş kir û di daxwaznameya xwe de ev îdia kir: “Hinek zerf û pusulayên dengan ên diviya bihatina qebûlkirin nehatin qebûlkirin, dengên ji bo AKP’ê hatine dayîn ji bo Tifaqa Cumhur hatine nivîsandin, dengên ji bo AKP’ê hatine dayîn li ser navê CHP’ê hatine nivîsandin, dengên hatine betalkirin ji bo CHP’ê hatine hesibandin, dengên ji bo Erdogan hatine betalkirin û dengên li cetvela hejmartinê hatine nivîsandin jî xelet in.”