Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin 2023-05-14 17:51:29   STENBOL - Di encama teqîna trafoyê de li Dibistana Amadehî ya Alî Fûat Başgîl a Îmam Hatîbê şewat derketibû. Şewat hate vemirandin û deng tên hejmartin.    Li Dibistana Amedehî ya Alî Fûat Başgîl a Îmam Hatîbê ya li navçeya Uskurdar a li Herêma 1’emîn a Stenbolê ji ber teqîna trafoyê şewat derket. Şewat derdora 16.00’an de derket û li ser vê yekê hilbijêr ji dibistanê hatin derxistin. Her wiha ceyran hatin birîn. Piştî ku şewat hat vemirandin, dîsa ceyran dan dibistanê.    Kar û barê hejmartina dengan a li dibistanê dest pê kir.