Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok 2023-05-14 18:41:06     MÊRDÎN/ÇEWLIG – Piştî ku hat bishîtin li Rişmilê Şaredarê AKP'î Hayrettîn Demîr bi awayekî tomerî deng bi kar anîne, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz çû Rişmilê û li vir di navbera Aydenîz û AKP'iyan de rageşî çêbû.    Li Rişmila Mêrdînê Şaredarê AKP'î Hayrettîn Demîr û polîsên pê re, yeko yeko li dibistanan geriyan û ferman dan ku dengên nehatine bikaranîn bila bên bikaranîn. Tevî nerazîbûna peywirdarên sindoqê jî bi zora Demîr deng bi awayekî tomerî hatin bikaranîn. Peywirdarên sindoqê zabitname çêkirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî piştî bi meseleyê hesiya, çû Rişmilê.    Aydenîz û yên pê re xwestin li Dibistana Şîrînevlerê lêkolînê bikin, lê belê kesên çekdar xwestin wê û yên pê re ji dibistanê derxînin. Di rageşiyê de gef li Aydenîzê û yên pê re hatin xwarin.    Di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de jî derketibû holê ku Demîr tevî cendirmeyan û qeymeqamê navçeyê li dibistanan geriyabû û li şûna kesên mirî deng bi kar anîbûn.    LI ÇEWLIGÊ DENGÊN VEKIRÎ   Li gundê Dimlegê yê navçeya Azapêrtê yê Çewligê jî deng bi awayekî eşkere hatin bikaranîn. AKP'iyan bi destûra serokê sindoqê denan bi eşkere bi akr anîn.