Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir 2023-05-14 20:46:27   AMED – Li navçeya Rezanê, serokê sindoqa hejmara 2068 a li Lîseya Anadolûyê girteka encama sindoqê neda muşahidan. Parêzeran giliyê serokê sindoqê kir.    Li navçeya Rezanê ya Amedê pişt ku hejmartina dengan a sindoqa bi hejmara 2068'an a li Lîseya Andolûyê temam bû, serokê sindoqê girteka sindoqê neda muşahidan. Muşahid û parêzerên li wir bertek nîşan dan. Serokê sindoqê bêyî ku girtekê bide rahişt kîsê dengan û tevî polîsekî li wesayîtê siwar bû û ji muşahid û parêzeran re got, "Hûn nûnerên Qendîlê ne" û ji wir çû.    Parêzeran giliyê serokê sindoqê kir.