Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne 2023-05-14 22:39:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Di sindoqeke ku li Kocaeliyê hate vekirin û 324 deng derbasdar in de ji bo AKP’ê 370 deng hate nivîsîn.    Deng dayîna hilbijartinên Serokkomariyê û giştî piştî saet di 17.00’an de bi dawî bûn. Hejmartina dengdayinê berdewam dike. Di girteka encama sindoqa hejmara 2302’yan a li Taxa Ûlûs a navçeya Gebze ya Kocaeliyê de sosretek derket holê.    Li gorî girteka encama sindoqê tevî ku dengên derbasdar 324’in ji bo AKP’ê 370 hatin nivîsîn.