YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye 2023-05-15 00:06:34 ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku rêjeya sindoqên hatine vekirin bi giştî ji sedî 69,12 ye.    Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener têkildarî jimartina dengan daxuyaniyek nû da. Yener wiha got: “Ji vê kêliyê şûn ve ji sindoqên hundirê welat ji sedî 71,64 û sindoqên derveyî welat jî ji sedî 18.76 hatine vekirin. Rêjeya giştî ya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye. Parvekirina daneyan berdewam dike. Tu astengî û derengmayînek nîne.”