Wezîfedarên sindoqan li ber desteya hilbijartinê ya Amedê ketine dorê 2023-05-15 00:24:53   AMED - Li Amedê ku Kemal Kiliçdaroglû bi ferqek zêde li pêş e, li ber desteya hilbijartinê ya bajêr wezîfedarên sindoqan ketin dorê.    Li Amedê ji bo milyonek û 143 hezar û 887 hilbijêran li 17 navçeyan 3 hezar û 737 sindoq hatin danîn. Piştî ku jimartina dengan li dibistanan bi dawî bû, wezîfedarên sidnoqan tûrên dengan li gel polîsan anîn Desteya Hilbijartinê ya Bajêr.   Wek li hemû Tirkiyeyê li Amedê jî deng li pergala YSK’ê nayên barkirin û hatiye rawestandin. Ji ber ku deng li pergalê nayên barkirin, wezîfedarên sindoqan bi tevî tûrên xwe ve li ber desteya hilbijartinê ya bajêr ketin dorê. Derdora avahiya YSK’ê bi bariyerên polîsan hatiye dorpêçkirin û hem nûnerên partiyên siyasî û hem jî hilbijêr jî disekinin.    Li gorî daneyên dawî Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 70.98 deng bi dest xistiye û Tayyip Erdogan jî ji sedî 27.34 deng bi dest xistiye.