Sirri Sakik: Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin 2023-05-15 01:15:25   AGIRÎ - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik diyar kir ku tevî bi ser re gelek saet derbasbûne jî hejmartina dengan a li bajar bi dawî nebûye û wiha got: “Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin.”    Yek ji bajarên ku Partiya Çepên Kesk lê xwedî îdia jî Agirî ye. Tevî ku bi ser re demekî dirêj derbas bû jî hêj jî hejmartina dengan bi dawî nebûye. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik, têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Birêz dadger, çima li vê derê 3 dadger tune ne? Tenê dadgerek dihejmêre û bi dehan kedkar di vê saetê de jî li vê derê ne. Çima hûn tenê li vê derê ne? Ma çi heqê we li ser van mirovan heye ku hûn wan mexdûr dikin? Li dijî me lîstikan nelîzin, em vê qebûl nakin. Hûn bêrêziyê li hemberî ked û îradeya van mirovan dikin. Em dixwazin bi we re hevdîtinê bikin lê hûn red dikin. Ev bû sê saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin. Hûn qala îradeyê dikin lê hûn xesp dikin. Di vê rewşê de ne hûn keyfxweş dibin û ne jî em. Em vê bi we nadin xwarin.”