Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir 2023-05-15 02:08:21   MÊRDÎN - Kêliya ku polîsan li Qoserê hewl du kesan bikin binçavan û li wan dan ket ber objektîfa kamerayan.    Li taxa Cumhuriyetê ya Qosera Mêrdînê polîsan tundî li du kesan kir. Ji ber sedemek nayê zanîn polîsan hewl da 2 kesan bike binçavan û li wan dan. Navê her du kesan nehat zanîn. Cîranên her du welatiyan xwestin mudaxileyî tundiyê bikin. Polîsan li wan jî da. Şêniyek ji taxê tundiya ku polîsan dikir bi telefona xwe dîmen girt. Her du welatî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û wan birin emniyetê.