Li Dêrsimê namzeta Partiya Çepên Kesk qezenç kir 2023-05-15 12:11:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrsimê namzeta Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû qezenç kir.    Li Dêrsimê ku hejmara parlamenterên wê daxistin yekê, namzeta Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû qezenç kir. Li gorî encamên hilbijartinê yên ne fermî Partiya Çepên Kesk bi 24 hezar û 571 dengan ji sedî 43,87 deng wergirt. CHP’ê jî bi 18 hezar û 63’yan ji sedî 32,25 deng wergirt.    Di hilbijartinên Serokkomariyê de namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû bi 45 hezar û 457 dengan ji sedî 80,26, namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan jî bi 9 hezar û 178 dengan ji sedî 16,20 wergirt.