Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin 2023-05-15 15:51:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ev peyam da: “Nebe ku hûn xwe bêhêvî bikin. Em bê bi hev re rabin ser pêyan û di vê hilbijartinê de bi ser kevin.”    Serokê Giştî yê CHP’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî hilbijartinan ev peyam parve kir: “Gelê min ê hêja; ji duh heta niha em bênavber dixebitin. Nebe ku hûn xwe bêhêvî bikin. Ez ê xurt li ser pêyan bisekinim. Ez ê têkildarî tiştên qewimîn tespîtên xwe bi zelalî ji bo we vebêjim. Piştre jî em ê rabin ser pêyan û bi hev re di vê hilbijartinê de bi ser kevin. Di dawiya her tiştî de dê her tişt tenê bi gotina milet be.”