Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê nobeda demokrasiyê da destpêkirin 2023-05-15 23:51:07   COLEMÊRG -  Piştî ku namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê yê COlemêrgê Abdulmuttalîp Ozbek û waliyê bajêr hevdîtineke taybet kirin, Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê li dijî îdiayên blokekirin û diziya dengan nobeda "demokrasiyê" da destpêkirin.    Partiya Çepên Kesk, di hilbijartinên parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê de her sê namzetên xwe yên bajêr şandin meclisê. Lê gor daneyên nefermî yên hilbijartinê Partiya Çepên Kesk bi 95 hezar û 200 dengan ji sedî 64.05'ê dengan wergirt, AKP'ê jî bi 29 hezar û 357 dengan ji sedî 19,75'ê dengan girtin û CHP'ê jî bi 9 hezar û 915 dengan ji sedî 6,67'ê dengan wergirt. Bi vî awayî namzetên Partiya ÇEpên Kesk Vezîr Parlak, Oznûr BArtin û Onûr Duşunmez bûn parlamanterên nû yên bajêr. Lê piştî parvekirina dengên derveyî welat, hejmara dengên Partiya Çepên Kesk bû 95 hezar û 782 û yên AKP'ê jî bûn 31 hezar û 28. AKP, ji bo parlamenterekî wergire pêdiviya wê bi 2 hezar û 900 dengan heye.    Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê, piştî ku namzetê AKP'ê hevdîtineke taybet bi waliyê bajêr re kir, daxuyand ku têkildarî îdiayan nobeda "demokrasiyê" daye destpêkirin.    Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ku bi beşdariya HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk hat lidarxistin, daxuyand ku li dijî îdiayên blokekirin û diziya dengan nobeda "demokrasiyê" dane destpêkirin.    Parlak ji bo beşdariya li nobeda "demokrasiyê" bang li gelê bajêr kir.