Tiryakî hişyarî da waliyê Colemêrgê: Tu ne serokê AKP’ê yî 2023-05-16 11:10:36   ENQERE - Berdevkê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê yê HDP’ê û Nûnerê YSK’ê Ruştu Tiryakî daneyên girtekên encamên sindoqên ku şaş li pergalê hatine barkirin eşkere kir û wiha bertek nîşanî waliyê Colemêrgê ku hevdîtin bi namzetê AKP’ê re kir da: “Tu ne serokê AKP’a bajêr û nûnerê siyasî yî.”    Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî jimartina dengan li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Tiryakî diyar kir ku li Colemêrgê wan bi dengên derveyî welat 3 parlamenteran wergirtiye û li ser hin sindoqan îtîraz hene. Tiryakî destnîşan kir ku namzetên AKP’ê yên Colemêrgê bi rêya walî û wezîfedarên mulkî yên îdarî re dixwazin parlamenterek ji destê Partiya Çepên Kesk derxin.    ‘TU NE SEROKÊ AKP’Ê YÎ’    Tiryakî anî ziman ku encamên jimartina dengên Colemêrgê hemû di destên wan de hene û li pergala YSK’ê hatiye barkirin û got: “Encamên her sindoqek li Colemêrgê di destê me de hene. Di heman demê de ev encam li pergala YSK’ê ku bi partiyan re parve kiriye hatine barkirin. Ji vê kêliyê şûn ve her tiştek li Colemêrgê bê kirin, dizîkirina hilbijartinê ye. Em ji vir waliyê Colemêrgê, amirên mulkî hişyar dikin; hûn ne serokê AKP’a bajêr û nûnerên siyasî ne. Hûn nikarin li gorî serokê AKP’a bajêr, nûnerê bajêr ê partiyekî, wek karên siyasî tevbigerin. Em vê red dikin. Hûnê nikaribin bi ser bikevin.”    SINDOQÊN BI HÎLE    Tiryakî encamên sindoqên ku şaş hatine qeydkirin jî parve kir û ew li dijî van hemû sindoqên ku rayên Partiya Çepên Kesk lê hatine dizîn û şaş hatine qeydkirin îtîrazan dikin. Tiryakî got di encama îtîrazên wan de li gelek deveran ew encam hatine rastkirin. Tiryakî da zanîn ku ew ê li ber dek û dolaban û dizîkirina dengan rabin û li ber xwe bidin.