Cenazeyê Serhat Yalçin radestî malbata wî hate kirin 2023-05-16 12:09:29   AMED - Cenazeyê Serhat Yalçin ê li Licê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin.    Li Gundê Bamitnê yê navçeya Licê ya Amedê di 10’ê Gulanê de şer derketibû û endamê HPG’ê Serhat Yalçin (Dilgeş Guzereşîn) û HPG’iyekî navê wî nehate zanîn jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 2 endamên HPG’ê ji bo teşhîsê anîn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê.    Malbata Yalçin a li Wanê dijî ji bo teşhîsê îro serê sibê hate Amedê. Malbatê cenazeyê Yalçin ji ATK’ê wergirt û ber bi Wanê ve bi rê ket. Hate hînbûn ku cenazeyê Yalçin li Taxa Karşiyaka ya Wanê bê veşartin.    Hate hînbûn ku cenazeyê HPG’iyê din ku navê wî nehate zanîn jî ji aliyê malbata wî ve hatiye wergirtin.