Serokê Giştî yê EMEP’ê Akdenîz îstîfa kir 2023-05-16 14:51:33   STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz ji serokatiya partiya xwe îstîfa kir.   Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz hem ji wezîfeya serokatiya partiyê hem jî ji partiya xwe îstîfa kir. Akdenîz li ser hesabê xwe yê Twitterê bi daxuyaniyekî îstîfa xwe ragihand. Akdenîz bi kurtasî wiha dibêje, “Di pêvajoya ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê de hin nîqaşên di navenda partiyê de destpê kiribûn, hin helwest û meylan kir ku ez ji serokatiya giştî, wezîfeya xwe ya partiyê û endamtiya partiyê îstîfa bikim.”