Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim 2023-05-16 16:59:16 ENQERE - Rojnamevanê girtî Denîz Nazlim wiha got: “Polîsan ji min re got, ‘tu ne endamê rêxistinê yî, navan bide me em ê te berdin’.” Rojnamevana girtî Bêrîvan Altan jî diyar kir ku xebatên wê pîşeyî hatine krîmînalîzekirin û got: “Hûn min ji vî welatî biqewirînin jî ez ê necim.”    Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê tên darizandin bi parastinan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê didome.    ‘7 MEH IN GUHDARIYA MIN KIRINE’    Nûçegihanê MA’yê yê girtî Denîz Nazlim bertek nîşanî krîmînalîzekirina MA’yê da. Nazlim da zanîn ku gelek ajans, rojname û televîzyon nûçe û dîmenan ji MA’yê digirin û li ser vê çavkaniyek tê temînkirin û got: “Ez heqê keda xwe li ajansê digirim. Heke min birêkûpêk vî pereyî negirtina, dê vê carê ji min re bihata gotin, ‘tu beleş dixebitî’. 7 meh guhdariya min kirine. 24 saet bi awayek fizîkî şopandina min kirine. Gelek caran ajantî li min hat ferzkirin. Polîsan ji min re got, ‘tu ne endamê rêxistinê yî, navan bide me em ê te berdin’. Şopandina 24 saetan tiştek ne baş e. Qet nebe dizanin ku ez çi karî dikim, baş hîn bûne.”    TAWANBARIYA ŞEFÎTIYA NÛÇEYAN    Nazlim bal kişand ser beyanên şahide veşarî û ji bere w li ofîsa Enqereyê ya MA’yê şefê nûçeyan e ji ber vê jî hatiye tawanbarkirin. Denîz destnîşan kir ku wan ji tu cihî ferman negirtiye û got: “Jixwe tu ji kesekî ferman bigirî, tu nabî rojnamevan. Tê îdiakirin ku ez ne rojnamevan im. Nexwê min malbata xwe xapandiye, nexwê min Basin-Îşê ya DÎSK’ê xapandiye, nexwê min Komeleya Rojnamevanên Hemdem xapandiye. Ez li zanîngehê lîsansa bilind dikim, nexwê min wan xapandiye. Ez ji ber ku şef im dikarim gelek pêşniyazan li nûçegihanan bikim. Min viya kiriye. Ev yek nabe ku hûn wek sûc bispêrin min.”    PIRTÛKA JI GIRTÎGEHÊ HATIYE WEK SÛC HATIYE DÎTIN    Nazlim bal kişand ser pirtûkek ku jê tê tawanbarkirin û got: “Li mala min pirtûkek ku mohra ‘hatiye dîtin (Görülmüştür)’ ji mala min hatiye desteserkirin. Ev kirine mijara tawanbariyê. Îdia dikin ku min li ser vê pirtûkê ‘kuryetiyê’ kiriye. Ya ku vê pirtûkê erê kiriye girtîgeh e. Ya ku aniye derve jî PTT ye. Gelo ez di vir de çawa dibim kurye? Hebe tine PTT dibe kurye. Her wiha nûçeyên min li ser akademîsyen û rojnamevan Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin jî kirine tawanbarî. Sefaretxaneya Tirkiyeyê jî di vî warî de daxuyanî da. Hemû dinyayê mijarê kir nûçe. Çima tenê dema em dikin nûçe dibe sûc?”    PARASTINA ALTAN    Dadgehê da zanîn ku dê danişînê saet di 17.30’an de bi dawî bike û xwest ku rojnameger parastinên xwe kin bigirin. Nûçegihana MA’yê Bêrîvan Altan diyar kir ku di îdianameyê de 5 nûçeyên wê hatine bicihkirin û da zanîn ku yek ji van têkildarî êrişa nîjadperest, yek têkildarî zimanê dayikê, yek jî têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Altan, destnîşan kir ku hewl tê dayîn ku MA were krîmînalîzekirin û nûçeyên wan jî rastî heman hewldanê tên. Altan, diyar kir ku karta bankê ya birayê xwe bi kar tîne û ev yek jî di îdianameyê de cih digire û ev tişt anî ziman: “Tê îdiakirin ku ez di JIN TV’yê de jî bernameyê çêdikim. Dibe ku min çêkiribe û dê çêbikim jî. Lê di îdianameyê de hêmayeke têkildarî vê tune ye. Nayê destnîşankirin bê ka kîjan bername ye.”    Serokê dadgehê pirsa “peymaneke te bi MA’yê re heye yan na” ji Altan kir. Her wiha serokê dadgehê pirsa “Ma heke ANKA zêdetir pereyan bide te tu nûçeyên xwe ji bo wê naşînî?” kir. Altan, jî got ku bi MA’yê re peymana wê heye û li gorî vê peymanê jî heke bi ajans û rojnameyên din re bixebite, dê peymana wê were betalkirin lewma jî ji bo deverên cuda nûçeyan naşîne.    ÇÛYÎNA DERVEYÎ WELAT SÛC E!   Her wiha Altan diyar kir ku tevlibûna weşanên TV’an, nûçeyên çêkirin û hevpeyvîn weke sûc hatine nîşandan û parastina xwe wiha domand: “Têkildarî tecrîdê bi Omer Ocalan re axivî me. Ji bo ku weke sûc were nîşandan, paşnavê Ocalan hatiye bicihkirin. Her wiha dadger, pirtûka Orhan Gazî Ertekîn a bi navê ‘Parastina kurdan’ jî weke sûc hatiye nîşandan. Ma ez êdî çi bibêjim?” Gotina “dadgerê berê” ya serokê dadgehê bal kişand. Altan, got ku çûyîna wê ya derveyî welat jî weke sûc hatiye nîşandan û wiha axivî: “Di dosyayê de balê dikişîne ser dosyayên berê û tê gotin ku derketime derveyî welêt. Min ji emniyetê pasaport girtiye û derketime derveyî welat û ev jî weke sûc hatiye nîşandan. Gelo ma tiştekî wiha dibe? Nasnameya min a rojnamegeriyê weke sûc tê nîşandan.”    ‘HÛN MIN JI VÎ WELATÎ DERXÎNIN JÎ EZ NAÇIM’    Altan, bi bîr xist ku malbata Dedeogûllari li Konyayê rastî êrişê hat, wê jî têkildarî vê nûçe çêkiriye, piştî ku bi ser vê nûçeyê re mehek derbas bûy malbat careke din rastî êrişê hatiye û 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Semra Guzel ji hêla çapemeniyê ve hate lînckirin. Xwestin serî pê bidin tewandin. Di dema binçavkirinê de parêzbendiya wê hebû. Lê tevî vê yekê jî ev tişt hatin kirin.” Altan, da zanîn ku di dema binçavkirin û girtinê de rastî heman îşkenceyê hatiye, polîsan beriya vê îşkenceyê cilên nû li xwe kirine û kamera vekirine. Altan, parastina xwe wiha domand: “Min têkildarî kurdan, têkildarî ekolojiyê û komkujiyên tên kirin nûçe şopandin. Lê îro tên krîmînalîzekirin. Em pereyan digirin û wisa rojnamegeriyê dikin. Lê belê dibêjin ‘pereyan digirin lê rojnamegeriyê nakin.’”    Altan, gefên polîsan ên li dijî wê hatine kirin parve kir û wiha got: “Heke hûn min ji vî welatî derxînin jî ez ji vî welatî naçim.” Altan, anî ziman ku xebatên wan ên rojnamegeriyê veşarî nînin û wiha derbirî: “Em rojnameger in û her tim li pêş çav in. Em bixwazin jî nikarin tiştekî veşarî bikin.”