Der barê 9 rojnamevanan de biryara berdanê 2023-05-16 19:48:41 ENQERE- Di danişîna doza 12 rojnamevanan de ji xeynî Hamdûllah Bayram, 9 rojnamevan hatin berdan.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa MEzopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever jî di nav de doza ewil a danişîna 12 rojnamevan li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê hat lidarxistin. Heyeta dadgehê ji ji bo Hamdûllah Bayram biryara berdewamiya girtinê da û ji bo Dîren Yûrtsever, Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, Habîbe Eren û Oznûr Degerê yên girtî biryara berdanê da.    Rojnamevan Midûra Karên Nivîsê Dîren Yûrtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzleyuz û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger, Hamdûllah Bayram, MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhanê ku demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê stja kiribû hatibûn binçavkirin. Ji rojnamevanên binçavkirî tenê Gunhan hatibû berdan û yên din jî hatibûn girtin. Paşê rojnamevan Aggoz jî piştî demekê hatibû berdan. Rojnamevan bi "endamtiya rêxistinê" dihatin tawanbarkirin.