74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin 2023-05-17 08:31:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Sêweregê di sindoqa bi hejmara 1069’an de 74 dengên ji MHP’ê re “bi şaşî” hatine nivîsîn, li ser îtîrazê ji nû ve ji Partiya Çepên Kesk re hatin nivîsîn.  Di hilbijartinên Serokkomariyê û Giştî de di sindoqa bi hejmara 1069’an kul i Taxa Baglar a navçeya Sêweregê de hatiye danîn, 74 dengên Partiya Çepên Kesk wergirtibûn, di girteka encamê de ji MHP’ê re hatine nivîsîn. Li ser îtîraza Partiya Çepên Kesk a li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê deng dîsa ji Partiya Çepên Kesk re hatin nivîsîn.  Lijneyê îdia kir ku deng “bi şaşî” ji MHP’ê re hatine nivîsîn û biryar girt ku MHP’ê tu deng wernegirtine û 74 deng ji Partiya Çepên Kesk re nivîsîn.