YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh' 2023-05-17 14:42:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de hemû dane bi partiyên siyasî re hatine parvekirin û wiha got: “Divê kesek guh nede tiştên li ser medyaya civakî tên parvekirin û ji bo xapandina raya giştî tên kirin.”    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê daxuyanî da. Yener, got ku ji destpêka hilbijartinê heta encam teqez bûn, hemû qonax bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî hatiye birêvebirin û karûbarên teqezkirina lîsteyan di hemû qonaxan de li ser SÎPPORT’ê bi partiyên siyasî re hatine parvekirin.    Yener, got ku YSK’ê di hemû qonaxên hilbijartinê de hemû daneyên di pêvajoya hilbijartinê li ser SÎPPORT’ê kêlî bi kêlî bi partiyên siyasî re parve kiriye. Yener, hîleyên ji duh ve ji hêla partiyên siyasî ve tên teşhîrkirin ku li ser medyaya dijîtal jî rastî bertekên tund hat, ev îdiaye kir: "Wêneyên li ser medyaya civakî tên parvekirin, aydê YSK’ê nînin. Divê kesek baweriya xwe bi van îdiayên li ser medyaya civakî tên parvekirin û ji bo xapandina raya giştî tên kirin. Pêvajo, pir bi zelalî tê meşandin û tevaniya pêvajoyê li gorî mevzûatê bi partiyên siyasî re tên parvekirin. Piştî ku encamên teqez hatin ragihandin, dê li ser malpera me ya înternetê bên parvekirin.”