Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî 2023-05-18 09:01:09 ŞIRNEX - Rewşa girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran ku li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin roj bi roj girantir dibe. Başaran ê ku li ser kursiya biteker dijî, nayê berdan.    Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Bi taybet jî rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir dibe û tevî hemû hewldanan jî nayên berdan. Ji ber binpêkirina mafê tenduristiyê û mafê jiyanê, heta niha bi sedan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Yek ji girtiyên nexweş jî Nûrettîn Başaran e. Başaran, di sala 2015'an di dema qedexeya derketina derve de hate girtin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 25 sal cezayê hefsê lê hat birîn û hate girtin. Başaran, ji sedî 78 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin. Hat zanîn ku rewşa Başaran roj bi roj girantir dibe. Başaran ku ji her du piyên xwe seqete û bi kursiya biteker dijî, nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe pêk bîne û nihêrvana ku girtîgehê girtiye li Başaran dinêre.    GIRÊDAYÎ KURSIYA BITEKER DIJÎ   Hevjîna Başaran, Kaniye Başaran têkildarî rewşa hevjînê xwe axivî û got ku hevjînê wê di bin şert û mercên herî giran de dijî. Başaran anî ziman ku rewşa hevjînê wê nebaş e û wiha pê de çû: “Nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Em dixwazin bê berdan. Va bû çend car em serlêdanan dikin lê nayê berdan. Em dixwazin bê berdan û tedawiya xwe li derve bibîne. Hemû hewlêdanên me bêencam man. Miroveke ku nikare pêdiviyên xwe pêk bîne dê çawa bikare di girtîgehê de bimîne? Niha girêdayî kursiya biteker dijî. Heke kesek neajo ew bi xwe nikare bibe. Ma tiştekî ji vê zehmettir heye?”    ‘HEKE NIHÊRVAN NEBE NIKARE PÊDIVIYÊN XWE PÊK BÎNE’   Başaran da zanîn ku girtîgeh ji wan dûr e lewma nikarin biçin serdanan û axaftina xwe wiha qedand: “Rê dûr e û derfet tune ne ku em her mehê biçin serdanê. Heta wê derê em 4 wesayîtan diguherînin. Du sal û 2 meh bûn em neçûn serdana wî. Heke nihêrvan li cem wî nebe, nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Ew jî çiqas baş lê dinêre nizanim. Dest û milên wî jî diêşin. Me dixwest derkeve. Ew naxwaze li girtîgehê emeliyat bibe û qebûl nake. Nikare rabe û rûne. Ji bo wî gelek zehmet e. Em dixwazin were berdan. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan. Li girtîgehê tedavî cuda û li derve cuda ye. Lewma divê bên berdan û li derve bên tedawîkirin.”    MA / Zeynep Durgut