Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer 2023-05-18 09:01:22   ÎZMÎR - Şoreşgerê ji Behrareş Hakî Karer yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e, bi bandora xwe ya li axa Kurdistanê, bû pira di navbera gelan de.    46 sal di ser qetilkirina Hakî Karer re derbas bûn ku ji aliyê Alaattîn Kapan ve hatibû qetilkirin. Karer ku di sala 1950'yî de li navçeya Ûlûbey a Ordûyê hat dinê, dibistana amadehiyê li vir kuta kir û di sala 1971'ê de Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir û çû Enqereyê. Karer ku di salên xwe yên dibistana amadehiyê de daxilî nava têkoşîna şoreşger bûbû, dema li Enqereyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan nas dike, daxilî nava têkoşîna azadiyê ya kurd û Kurdistanê dibe. Karer ku dibistana xwe di nîvî de hişt, berê xwe da Kurdistanê û li vir dest bi rêxistinkirinê kir. Karer ku di sala 1975'an de pêşî diçe Êlihê û paşê diçe Bazîdê, di sala 1976'an de diçe Edene û bi dû re jî diçe Dîlokê. Karer ku li vir ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd xebitî, di 18'ê Gulana 1977'an de rastî êrişa çekdarî ya Alaattîn Kapan hat û jiyana xwe ji dest da. Karer, li gundê xwe yê bi ser navçeya Ûlûbey a Ordûyê ve hat veşartin.    ROLA ŞOREŞGER A KARER   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, biryara partîbûnê îthafî Karer kiribû ku ji bo wî dibêje, "Ruhê min ê veşarî ye." Karer, di warê rêxistinkirina kadroyên damezrîner ên PKK'ê de xwedî bandor bû. Ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, wiha behsa vê yekê kiribû: "Em rûniştin, hevalê Hakî çar saetan ji min re behsa nêrînên komê kirin. Gava qedand min got, 'Ez bi gotinên te re me' û ez bûm Apoger."    BÛ PIRA DI NAVBERA GELAN DE   Karer ku li hemû qadên xebatê hîmê têkoşîna azadiyê diavêt, wekî şoreşgerekî ji herêma Behrareş, xwedî bandoreke mezin e di warê têkoşîna gelê kurd de. Karer ku yeqîn dikir şoreşa Tirkiyeyê bi azadiya kurdan û Kurdistanê pêkan e, bû pir di navbera gelan de. Piştî wî bi hezaran şoreşgerên tirkiyeyî, tev li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bûn. Ji ber vê yekê, gelek kurdan navê Hakî li zarokên xwe kiriye û bi vî awayî di gelê dilê kurd de nemir bû.    QET DUDILÎ NEBÛ   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Karer dibêje: "Hevrê Hakî Karer, dizanibû ku taybetiyeke têkoşîna li Kurdistanê fedekariyeke mezin e. Ji roja ku têgihişt divê marksîzm bigihê Kurdistanê, dest ji pola dawî ya zanîngehê berda û bêyî dudilî bibe nivînên xwe da ser pişta xwe û berê xwe da welatê me. Gelek caran gava qurîşek pereyê wî tune bû, hemaltî dikir. Destê xwe li wî pereyî digirt û ji ber ku li siberojê difikirî xwe tî û birçî dihişt, lê her tim fonek li cem xwe dihişt. Kesên ku wî ji nêz ve nas dikin, dizanin ku kincên herî qetandî li xwe dikir û bi mehan tenê bi taştêyeke ji rêzê îdare dikir."    'RÊ LI BER ME HEMÛYAN XIST'   Abdullah Ocalan dibêje ku Hakî Karer bawer dikir ku şoreşa Kurdistanê mifteya şoreşên gel ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e û got: "Ev bîr û baweriya wî, çendî ku ew ne ji Kurdistanê bû jî, wî di temenekî ciwan de bir Kurdistanê. Di vî warî de semboleke zindî ya enternasyonalîzma proleteryayê bû. Wî bi pratîka xwe piştrast kir ku şoreşgerekî proleter, ger şert û merc ferz bikin, divê daxilî nava têkoşîna gelên bindest. Di nava gelê bindest de, di warê têkşikîna netewperestiya berteng a di sosyal şovenîzmê de, helwesta wî bû helwesteke diyarker. Gavên wî yên di vî warî de, niha bi derdoreke fireh û bi awayekî hêza madî rê li ber me dixe."    Abdullah Ocalan ku dibêje "Hakî Karer, kesayeta berxwedêr ya serdemên herî dijwar ê dema reşandina tovên hişmendiyê yên têkoşînê ye", wiha dibêje: "Di atmosfereke wiha de ku çalakîkirin û rêxistinkirin pêş ve diçû, çûna ber bi mertebeya şehadetê ve hêsantir e, lê mirina ku gava hê nû fikir li hişmendiyê dihat reşandin û ji bo dozeke ku kes newêribû di ber re biçe, lûtkeya rêgeziya mirovbûyînê ye. Di heyameke wisa de, li welatekî ku ji dagirkeriyê, ji sosyal-şovenîzmê, ji netewperestiya bûrjûwaya biçûk a reformîst û paşverûtiya xwecihî xalî nedibû şehîd ket. Ev yek, hem di nava rûdana PKK'ê û di dîroka berxwedana neteweyî de wî li cihekî mezin bi cih dike. Wateyeke dîrokî ya dilsoziya ji bo bîranîna wî heye. Wê bê dîtin ku ev yek dê bibe sedema gelek pêşketinên mezin jî. Lewma ew dirûşmeya ku pir tê bilêvkirin, 'Em ê heya dawiyê li ser rêça bîranîna hevrêtiyê bin', bi awayekî herî kûr bi dilsoziya ji bo bîranîna hevrê Hakî pêk hatiye."    ROLA KARER YA DI PARTÛBÛYÎNÊ DE   Abdullah Ocalan destnîşan dike ku biryara partîbûyînê û rabûna ji bo çalakiya polîtîk jî di encama dilsoziya ji bo bîranîna Hakî Karer de pêk hatiye û wiha dibêje: "Liberxwedayîn, heya wê çaxê li Kurdistanê awayekî jiyanê bû ku pir kêm qîmeta wê hebû. Ger jirêderketineke sînorkirî ya ne layiqî vê berxwedanê çêbûbûna, dê geşedanên herî bêesil ji aliyê PKK'ê ve pêk bihatana. Ji bo pêşîgirtina li vê hemû dil û mêjî rabûye ser xwe û çi hewce bûye kiriye. Di vî warî de, hevrê Hakî çendî ne ji Kurdistanê bû jî, lê di wexteke wiha de ku kesî newêribû nêzî Kurdistanê bibe canê xwe da û paşê li gelek mirovan ferz kiriye ku divê mirov ji bo welatê xwe bimire. Di pêşketina tevgera PKK'ê de, heman dilsozî û biryardarî û pêkanînan divêtiyên vê, veguheriye karakterekê. Têkoşîn her tim bi dehfdaneke xurt a vê karakterê re ber bi pêş ve çûye û hemû feraset û nirxên paşverû di vî warî de hatine xetimandin. Berxwedêriya proleter a ji bo serbixwebûna Kurdistanê mirin da ber çavên xwe, çawa ku bû sebeb fikira serxwebûnê pêl bi pêl li welêt belav bibe û xwîndayîna di rêça wê de wekî peywireke pîroz ferz kiriye, ji bo pêşketinên piştî vê jî heman tişt derbasdar in."    MA / Tolga Guney