Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê 2023-05-18 09:55:05 ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê ji bo firotina avahiya xizmetê ya berê ya şaredariyê cara sêyemîn biryara îhaleyê girt.    Qeyûmê şaredariya navçeya Cizîra Şirnexê ji bo firotina avahiya xizmetê ya berê ya şaredariyê cara seyemîn da ber îhaleyê. Hate diyarkirin ku avahiya xizmetê ya kevn dê di 23’yê Gulanê de bi rêbaza îhaleyê ya girtî derxînin ber îhaleyê û berdelê îhaleyê jî weke 65 milyon lîre hatiye diyarkirin.   Qeyûmê di sala 2016’an de tayînî Şaredariya Cizîrê hate kirin, avahiya şaredariyê ya berê, rê û park jî di nav de gelek neguhêzbar dewrî qeymeqamtî, midûriyeta emniyetê, miftitî û saziyên din ên dewletê kir. Di hilbijartina adara 2019’an de şaredarî kete destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Meclisa Şaredariyê ku gelemperiya wan endamên HDP’ê bûn, di 10’ê hezîrana sala 2019’an de bi piraniya dengan biryar da ku dewrkirina neguhêzbaran were betalkirin. Piştî vê biryarê, wezareta karên hundir derheqê şaredariyê de lêpirsîn vekir û hevşaredar jî di nav de, ji 31 endamên meclisê yên HDP’î parastina nivîskî xwest. Sedema lêpirsînê jî weke “daxwaza li dijî mewzuatê” nîşan da. Lê belê hêj rewşa neguhêzbaran zelal nebûbû ku di 29’ê cotmeha 2019’an de qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin.   CARA SÊYEMÎN DERXIST BER ÎHALEYÊ    Avahiya xizmetê ya berê ya şaredariyê ku beriya niha ji aliyê qeyûm ve bi awayekî nelirê hîbeyî Qeymeqamtiya Cizirê hatibû kirin, careke din îadeyî şaredariyê hatibû kirin. Qeyûmê bi navê Davut Sînanoglu ku di sala 2019’an de hatibû tayînkirin, di sala 2021’an de bi bihayê 36 milyon lîreyên tirk, firotina avahiya şaredariyê dabû ber îhaleyê. Lê belê piştre bi sedemên nediyar ev îhale hate betalkirin. Qeyûm Mehmet Tunç ku li şûna Sînanoglu hatibû tayînkirin, avahiya şaredariyê par bi bihayê 55 milyon lîreyan dabû ber îhaleyê. Avahiya şaredariyê ya nehate firotin vê carê jî ji aliyê qeyûm Nazli Demîr a weke qeyûm par tayînî şûna Tûnç hatin kirin ve bi rêbaza îhaleya girtî bi 65 milyon lîreyan derxist ber firotinê.    Îhaleya têkildarî neguhezbara li ser nêzî du donim (hezar û 982 mîtro) erd e wê di 23’yê gulanê de bê kirin.