Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim 2023-05-18 13:40:21   RIHA - Ferît Şenyaşar ku çalakiya Nobeda Edaletê didomîne got: “Ez ê li Enqereyê li serûçavê yên guhê xwe ji edaletê re ku girtine edaletê qîr bikim.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 787’emîn de li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê didomîne.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferî Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê hatn ber edliyeyê û dest bi nobeda îro kirin.    Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got: “Welatê me di pêvajoyek zehmet de derbas dibe. Ez spasiya hemû kesên ku piştevaniya me kirin, dikim. Ez ê têkoşîna edaletê veguhezînim Enqereyê û wê dayika min jî li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê bidomîne. Ez ê li Meclisê bibim dengê hemû mexdûrên edaletê. Ez ê derkevim pêşberî kesên ku guh nadin qîrkirina me ya edaletê. bidomînim. Ez ê li Enqereyê li serûçavê yên ku guhê xwe ji edaletê re girtine, edaletê qîr bikim.”