Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê 2023-05-19 09:01:34 STENBOL - Rojnamevanê girtî Îbrahîm Karakaş, diyar kir ku hemû mafên wî hatine astengkirin û ji ber ku Newrozê pîroz kirine der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ceza li wan hatiye birîn.    Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê de ye, binpêkirinên ku pê re rû bi rû dimîne ragihandin. Karakaş, nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand.    Karakaş di nameya xwe de got: "Li girtîgehê em ji ber bîrdozî, nasnameya xwe ya kurdbûnê û fikra xwe ya siyasî, rastî helwesteke dijminatiyê tên. Ji ber vê nêzî 2 sal in sewqên me yên nexweşxaneyê ji bo ku em ferzkirina 'lêgerîna li hundirê dev' qebûl nakin tên astengkirin."    POLÎTÎKAYA KUŞTINÊ   Karakaş ragihand ku li qawîşa wî girtiyên ku 25-30 sal in girtî ne hene û ji ber vê nexweşînên wan ên kronîk hene û got ku revîra girtîgehê sewqên "lezgîn" bi sînor kirine. Karakaş diyar kir ku pêkanînên heyî mafê dermankirinê û mafê parastinê ji dest wan girtine. Karakaş got: "Em bi polîtîkayeke kuştinê re rû bi rû ne. Li vir îşkence zêde bûye. Bi taybetî giliyên me yên ji bo lêgerîna tazî esas nayên girtin."    MAFÊ DERMANKIRIN Û PARASTINÊ   Karakaş ragihand ku gava li ber lêgerîna tazî radibin rastî îşkenceyê tên û got ku mafê wan ê parastinê yê bi zimanê zikmakî hatiye astengkirin. Karakiş di berdewamiya nameyê de ev tişt gotin: "Daxwaza me ya ji bo parastina bi zimanê zikmakî nayê qebûlkirin. Bi vî awayî mafên qanûnî esas nayên girtin û ceza tên erêkirin."    Karakiş bilêv kir ku ji ber ku Newrozê pîroz kirine, der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin û got ku di asta herî jor de ceza li wan hatiye birîn.    Karakiş ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas bin.