Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî 2023-05-19 10:09:10 ÎZMÎR - Serokê ESHÎD’ê Nejat Taştan anî ziman ku AKP’ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de vîna azad a hilbijêr teslîm girt û anî ziman ku saziyên dewletê jî ji AKP’ê re xebitîn.    Hilbijartinên Serokkomarî û Giştî yên 14’ê Gulanê ku bi manîpulasyonên desthilatê hatin kirin, bi nîqaşên ewlehiya hilbijartinê bû rojev. Li gelek bajaran piştî hilbijartinê rêjeyên deng ên girtekên biîmze û yên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) aşkere kirin hev negirtin. Her wiha di hezaran sindoqan de dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê û AKP’ê re hatin nivîsîn. Ev rewş bi girtekên bi îmze jî hate belgekirin.     Serokê Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev (ESHÎD) Nejat Taştan ku di gelemperiyê Tirkiyeyê bi 600 çavdêran re hilbijartin şopandin, binpêkirin û nelirêtiyên di hilbijartinê de hatin kirin vegotin.    ‘VÎNA GEL TESLÎM HATE GIRTIN’    Taştan ê anî ziman ku piştî YSK’ê plansaziya xwe ya hilbijartinê aşkere kir dest bi xebatan kirine, diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de gelek binpêkirin qewimîne û wiha got: “Em ji sala 2011’an ve di hemû hilbijartinan de çavdêriyê dikin. Binpêkirinên mafan ên di her hilbijartinê de pêk hatin di vê hilbijartinê de jî pêk hatin. Desthilatê vîna azad a hilbijêr teslîm girt.”   WALÎ DI MITÎNGA AKP’Ê DE AXIVÎ!   Taştan, anî ziman ku YSK’ê rêgeza bêalîbûnê bi awayekî derhiqûqî bin pê kirin û bi lêv kir ku li Tirkiyeyê mewzûat û rêveberina hilbijartinê antîdemokratîk e. Taştan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “YSK, bê alî û zelal nîne. Encamên di hilbijartinê de derketin holê têkildarî vê ye. Partiyên hêza desthilatê bikartînin bêtir encam bi dest dixin. Hilbijêrên astengdar ên ne gihiştin sindoqan hebûn. Alîkariya ku divê partiyên siyasî ji muşahidan re bikin nehatin kirin. Li cihên ku me çavdêrî kirin bi awayekî komî deng dayîn, binpêkirina propagandayê, pirsgirêka bikaranîna rayeyên saziyên cemaweriyê hebûn. Di hilbijartinên me şopand û qeydkirin de cara ewil waliyek weke axivîner tev li mitînga partiya siyasî bû. Dema ji aliyê partiyên siyasî ve lê dinerin, divê pozîsyona dewletê bê nîqaşkirin.”   ‘DEWLETÊ PEYWÎRA XWE BI CIH NEANÎ’    Taştan, bal kişand ku bi guhertinên di rêgezên hilbijartinê de desthilatê hilbijartin 5 pûanan li pêşiyê bi dawî kir û anî ziman ku heta ev yek neyê analîzkirin divê li encamên hilbijartinê neyê nêrîn. Taştan, axaftina xwe wiha domand: “Ne pêkane ku mirov bibêje li Tirkiyeyê di standartên mafên mirovan ên demokratîk de hilbijartinek hatiye kirin. Beriya wê dozên girtinê yên li partiyên siyasî hatine vekirin, siyasetmedarên hatin sûcdarkirin û namzetên wekiliyê yên hatin girtin hene. Dewletê peywîra xwe bi cih neanî. Li gorî qanûnê divê deng dayîn hatibûya vegotin. Divê ji bo hilbijêrên tirkî nizanin tercuman hatibûya peyda kirin. Dema ev neyên kirin, dengên tên betalkirin zêde dibin. Saziyên cemaweriyê û çapemeniyê pozîsyoneke aşkere wergirtin. TRT’yê û Ajansa Anadolûyê nûçeyên ku vîna azad a gel asteng bikin hatin kirin. Xerckirina Serokatiya Ragihandinê herî zêde di meha Nîsanê de hatiye kirin. Piştî ev hemû pêk hatin gelek zor e mirov li benda encamên cuda bibe.”   ‘EM Ê BINPÊKIRINÊN MAFAN BIWEŞÎNIN’    Taştan, da zanîn ku ji bo di hilbijartinên Serokkomariyê yên ji tûra dûyemîn re weke çavdêr xebatan bi meşînin serî li YSK’ê dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên me yên têkildarî cihekarî, bijartin, dengdayîn û pêşîgirtina gotinên nefretê hene. Em ê binpêkirinên mafan ên qewimîn weke rapor biweşînin. Me sepaneke bi navê ‘Çavdêrê Wekhev (Eşitlik Gözlemci)’ çêkir. Heke welatiyên me daxînin telefonên xwe dikarin binpêkirinên mafan ên bûn şahid ji me re bişînin.”   MA / Delal Akyuz