Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan 2023-05-19 10:23:54   WAN - Serokê KKP’ê Sînan Çûftyurek ê li Wanê bû parlamentere Partiya Çepên Kesk wiha got: “Divê êdî em bala xwe bidin ser 28’ê Gulanê. Em biçin ser sindoqê û rejîma yek zilamî têk bibin.”   Hilbijartina Serokkomariyê ji bo tûra duyemîn ma. Ev hilbijartin dê di 28’ê Gulanê de were kirin. Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîfyurek û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk e Wanê Mahmût Dîndar ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn axivîn û banga “em biçin ser sindoqan” li gelê Wanê kirin.    ÇÎFTYUREK: EM DIXWAZIN HER KES BIÇE SER SINDOQAN    Sînan Çîftyurek da zanîn ku wan di 14’ê Gulanê de hedefa ku danîbûn pêşiya xwe tam bi ser nexistine û got: “Em ê di 28’ê Gulanê de îktidara Erdogan têk bibin û em ê wê çaxê bigihîjin serkeftinê. Ev encam wê siyaset û têkoşîna me eynî nîşan bide. Encama ku ji sindoqên hilbijartina 28’ê Gulanê derkeve em ê wek serkeftina têkoşîna xwe nîşan bidin û deynin pêşiya xwe. Em ê êdî hemû bala xwe bidin ser hilbijartina 28’ê Gulanê. Ev hilbijartin ji bo azadiya gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê gelek girîng e. Em gazî hemû hilbijêran dikin, ji bo xatirê ku dizek û qeyûm ji ser şaredariyên me bên rakirin û şaredarî bi îradeyek azad were birêvebirin, divê em biçin ser sindoqan. Em biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî têk bibin. Em ji bo demokrasiyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”    Sînan Çîftyurek   'JI BO TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN’    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Mahmut Dîndar jî anî ziman ku li welat pirsgirêka demokrasiyê heye û bi salane kurd ji bo vê têdikoşin. Dîndar diyar kir ku li welat hiqûq, edalet û demokrasî nemaye û wiha got: “Ji bo ku gelê me nefesê dikaribe bide û bigire, lazim e em li ser banga partiya xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Kiliçdaroglû. Em ji kevneşopiya têkoşînek dûr û dirêj tên. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo em vê faşîzmê têk bibin 10 roj li pêşiya me heye. Li Kurdistanê faşîzmek dijwar li ser gel heye. Ji bo em vê faşîzmê rakin û têk bibin pêwîste em biçin ser sindoqan. Ez gazî gelê me yê hêja dikim, hûn dibînin zilma van a 20 salan li holê ye. Ji bo em dawî li vê zilmê bînin xwedî li sindoqan û dengên xwe derkevin. Em hilbijartina 28’ê Gulanê ji bîr nekin.”    Mahmut Dîndar   MA / Rûken Polat