Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin 2023-05-19 11:40:25   WAN - Cenazeyên endamên HPG’ê Dîcle Yemen û Mehmet Şakîr Alici ên di şerê li Bestayê derketî de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarên wan hatin veşartin   Çend roj berê li herêma Bestayê ya Şirnexê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG'ê de şer derketibû. Di encama vî şerî de endamên HPG’ê Dîcle Yemen (Bawer Gever) û Mehmet Şakir Alici (Dilşêr) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan duh bi şev cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin û ji bo her du cenazeyan bibin bajarên wan bi rê ketin.    ŞÎN ASTENG KIRIN   Cenazeyê Alici, li Goristana Suphan a li Taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtan a Wanê hate veşartin. Polîsan tevlibûna merasîma cenazeyî astengkirin. Tenê hin ferdên malbatê karîn tev li merasima veşartinê bibin. Polîsan her wiha astengkirin ku şîn jî bê danîn. Li ser vê yekê malbatê şîn li mala xwe danî.    Cenazeyê Yemen jî piştî di saetên serê sibê de wecîbeyên olî hatin pêkanîn li gundê Zêrêlê yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê hate veşartin. Ji bo Yemen şîn li gund hate danîn.