Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan 2023-05-19 12:57:07   AMED - Yahya Fîdan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dihate ragirtin, piştî 30 salan hate berdan.    Yahya Fîdan ê di sala 1993’yan de dema 26 salî bû li Amedê hate binçavkirin û girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve cezayê muebbedê lê hatibû birîn, piştî 30 salan hate berdan. Fîdan ê cezayê lê hatibû birîn xelas kir, di saetên serê sibê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê ku li dihat ragirtin, hate berdan.    Fîdan, ji aliyê ferdên malbatê yên li ber girtîgehê kom bûn ve bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin.    Fîdan di pêvajoya 30 salan a girtîgehê de di serî de li Erzirom, Gîresûn, Enqere, li gelek girtîgehên din bêyî daxwaza xwe hate sewqkirin.