‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’ 2023-05-19 13:38:46   RIHA - Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Meral Halat bertek nîşanî binçavkirina parêzeran a di operasyona navenda wê Amedê de da û anî ziman ku girtin û binçavkirina parêzerên xebatên xwe dikin binpêkirina mafên mirovan e.”   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê têkildarî binçavkirin û girtina rêveberên wan ên şaxan û Navenda Giştî ya OHD’ê ya di 25’ê Nîsanê de li avahiya komeleya xwe ya navçeya Halîliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.    ‘BINPÊKIRINA MAF E’    Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Rihayê Meral Halat, da xuyakirin ku li dijî binpêkirina mafan, bilêvkirina binpêkirinan, daxwaza lêkolînkirina wan mafê bingehîn ê xebatên pişeyê parêzeriyê ne û wiha got: “Tirkiye her wiha di çarçoveya norm û pîvanên ku peyman û belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî û herêmî ku ew alî ye û bi xala 90’emîn a Destûra Bingehîn re parçeyek ji hiqûqa navxweyî kiriye, xwedî erk e ku parêzvan û hiqûqnasan biparêze. Bi hinceta ku mafê mirovan diparêzin, çalakiyên xwe yên pîşeyî pêk tînin û di nav muxalefetê de ne, sûcdarkirin, binçavkirin û girtin binpêkirina mafê mirovan e.”