Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir 2023-05-19 15:29:47   ENQERE - Platforma Ewlehiya Hilbijartinê, têkildarî hilbijartina serokkomariyê ya ji tûra dûyemîn re ma ev bang kir: “Em bi hev re biçin ser sindoqan.”   Platforma Ewlehiya Hilbijartinê (SGP) ji bo tevlibûna hilbijartina serokkomariyê ya dê di 28’ê Gulanê de bê kirin metneke bangê weşand.  Di metnê de wiha hate gotin: “Piştî roja hilbijartinan hate diyarkirin me bi hev re dîtin ku pêvajoya hilbijartinê di bi şertên ne wekhev de pêk hat û çavkaniyên cemaweriyê û medya bi awayekî bêhiqûqî hate bikaranîn. Rexneyên di raporên navnetewî û çapemeniya navnetewî de cih digirin ji bo welatê me cihê xemginiyê ye.”   ‘DIVÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN’    Di berdewama metnê bangê de ev hate gotin: “Divê em hemû di hilbijartina Serokkomariyê ya tûra duyemîn de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzetê jê hez dikin. Em dixwazin bi bîr bixin ku dengê hemwelatiyên me yên di 14’ê Gulanê de çûn ser sindoqê çiqas bi qiymet in. Divê endamên lijneya sindoqê û muşahid careke din peywîra xwe bi cih bînin. Divê em organîzasyonên anîna welatiyên me yên ku li herêma erdhejê deng bidin lê li bajarên cuda ne dubare bikin. Werin em di 28’ê Gulanê de li rex hev ji bo hilbijartineke zelal û adil bi hev re biçin ser sindoqan!”   24 SAZIYAN ÎMZE AVÊT BINÊ METNÊ    Saziyên ku navê wan di binê metne de hene wiha ne: “Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Sendîkaya Teqawîtan, Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO), Weqfa Demokrasiya Civakî (SODEV) / Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Komeleya Însiyatîfa Mafan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Herêmî ya Kizilirmak, Yekîtiya Mulkiyeyan, Komeleya Mezûnên Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU), Tevgera Demokrasiyê ya Ewropayê 2025 (Dîem 25 Tirkiye),  Foruma Anitparkê, Misilmanên Antîkapîtalîst, Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB), Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD), Platforma Maf û Edaletê, Koordînasyona Medyaya Herêmî ya Hilbijartina 2023’yan, Diransazên Civakî, Dilxwazên Tirkiyeyê, Înîsiyatîfa Welatiyan, Komeleya Hemwelatîbûnê.”