Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye 2023-05-19 15:30:14   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di bîranîna kesên hatine windakirin de axivî û bal kişand ser hilbijartina 28’ê Gulanê û got: “Ji bo em tercîha di navbera ronahî û tarîtiyê de bikin, fersendek me ya dawî heye.”    Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di çarçoveya “17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Dijî Windayên di Binçavan de” li ser gora Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên di binçavan de hatin windakirin û paşê cenazeyê wan hat dîtin û li Goristana Gaziyê ya Stenbolê bîranîn li dar xist. Di bîranînê de dirûşm hatin berzkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk, ESP’ê û gelek kes tev li bîranînê bûn.    ‘DEWLET SER SÛCÊ HATIYE KIRIN DIGIRE’    Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî di bîranînê de axivî û diyar kir ku 28 sal in Dayikên Şemiyê hemû tiştên qewimî ne di bîra xwe de girtine û got: “Di van salan de gelek daxwazên me çêbûn. Me di destpêkê de got yên ku we birine em bi saxî dixwazin. Niha jî têkoşîna me bi bila kujer bên dîtin û windayên me li ku  ne didome. Lêgerîna me ya heqîqetê berdewam dike. Lê ji roja ewil ve rêveberên dewletê ser vî sûcî digirin. Astengkirina edaletê jî hê berdewam dike.”    Kekê Hasan Ocak, Huseyîn Ocak jî da zanîn ku wan cenaze dîtiye û sûcê hatiye belgekirin. Ocak diyar kir ku dewletê ev qebûl kiriye û got: “Dewlet li ser sûc hat girtin.”    ‘LI PÊŞIYA ME FERSENDEK HEYE’    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî destnîşan kir ku l dijî înfazên bêdaraz têkoşîna heqîqetê û edaletê didome û got: “Li gel ku kujer tên zanîn jî nehatine girtin û winda nehatine dîtin. Îro jî heman zîhniyet didome û ev zîhniyet wek îktidarên ku mirovên me winda kirin li ser kar û têkoşîna edaletê ya li Qada Galatasarayê li dayikên me qedexe kiriye.”   Bûldan bal kişand ser hilbijartina serokkomariyê ya 28’ê Gulanê û got: “Sekna li dijî faşîzmê û berfirehkirina vê têkoşînê wezîfeya me ye. Ji bo em tercîha di navbera ronahî û tarîtiyê de bikin, fersendek me ya dawî heye.”    Hanîfe Yildiz a dayika winda jî anî ziman ku wê lawê xwe bi destê xwe şandiye qereqolêk u îfade bide û dewletê ew xapandiye û lawê wê winda kiriye.