Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir 2023-05-19 20:11:33       NAVENDA NÛÇEYAN - ​​​​​​​Balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk baregeheke leşkerî ya başûrê Minbicê bombebaran kir. Di bombebaranê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.   Li gor nûçeya ANHA'yê balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk baregeha hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Mecra Westanî yê başûrê bajarê Minbicê bombebaran kir.   Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 4 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane û hin jê jî birîndar bûne.