Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin 2023-05-20 08:05:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Iraqê hewl didin derdora Wargeha Penabaran a Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Hikumeta Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê girtine û dixwazin û derdora wê bi têlan dorpêç bikin. Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî û bi sedan leşker tevî çek, kepçe, têlên ji bo dorpêçê şandine wargehê.    Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê; xelkê Wargehê li ber hewldana dorpêça leşkerên Iraqê rabû û ji biçûkan bigire heta kal û pîran nerazîbûna xwe nîşanî dorpêçê dide.